Barbara Leaf: Eger pêwist be divê Iraq li hemberê mîlîsan hêzê bikar bîne
PeyamaKurd – Cîgira musteşarê wezareta karên derve ya ji karê DYAyê yê Rojhilata Nêz berpirs Barbara Leaf ji bo Rûdawê ragihand ku destekê didin serokwezîrê Iraqê Ali Zeydi ku grûbênçekdar bixe binkontrola dewletê û gotiye ku ev pêngav ji bo aramiya Iraqê pêwesit e.
Leaf, bo Rûdawê gotiye ku ev kiryar ji aliyê siyasî de zahmete lê pêngavên giranin û ji bo serokwezîr ketiye nav hewlekî weha, pîrozbahiyê lê kiriye.
Hukumeta Iraqê piştî ava kirin, ji boçekanbixe bin kontrola dewletê pêvajoyekî girîng da destpêkirin. Di vê çarçovê de Asayib Ehlil Haq û Ketaib İmam ragihandin ku ew amadene çekan teslîm bikin û hêzên Mukteda es-Sadr yên Saraya el-Selam jî ragihandin ku wê bi dezgeyên dewletê re entegre bibin.
Ketaib Hizbullah û Tevgera Nuceba li dijî plana hukumetê dertên.
Barbara Leaf ragihand ku kontrola çekan ji aliyê ewlehiya Iraqê û têkiliyên bi dewletên cîran re de gelek girînge û dewam kir:
“Hinek grûb di derveyê kontrola dewletê de, bi serê xwe tevdigerin û bi îzna Îranê êrîşê cîranên dost dikin. Pêvajo îradeyekî xwurt divê û dê ev bi hêsanî nebe. Dibe hinek grûb bi leşkerî li hemberê dewletê derê lê divê dewleta amade be li hemberê wan hêza xwe bikarbîne.”
Leaf ragihand ku ji bol i Iraqê îstîqrara bibe, divê kontrola Îranê ya li ser Iraqê bi sînor bike û ev her dû bi hev re têkildarin. Tehran bi salaye di rêya grûbên çekdar de bandora xwe liIraqê dewam dike.Ev şerekiye ku divê Iraq bi xwe bigre ser milên xwe.”