Baregayê Barzanî besdarî li tevdîrên Covid-19ê dike
PeyamaKurd - Baregayê Barzanî di çarçoveya tevdîrên li hember vîrusa koronaya nû (Covid19) de biryarek da û ew biryar li ser hesabê facebookê hat belavkirin.
Baregayê Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê bi daxuyanîke diyar kir ku di çarçoveya tevdîrên li dijî nexweşiya Covid-19ê îsal rêwresmên cemaweriyên bîranînên koçkirin û ji dayikbûna cenabê Barzaniyê Nemir neyên encamdan.
Bi sedema wê rewşa taybeta piştî belavbûna virusa corona li navçeyê û welatên dewrubera Iraqê û hinek cihên cîhanê hatine holê û bi navê parastina tendirustiya giştî ya xelkê, me pê başe ku îsal rêwresmên cemaweriyên bîranînên koçkirin û ji dayikbûna cenabê Barzaniyê Nemir neyên encamdan.
Ji bilî spasiyên me yên ji bo hest û soza cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê, lê belê tendirustiya hemwelatiyan li hemû tiştekê girîngtire.
Baregayê Barzanî
26.02.2020