TR KU SO
FB X
Kurdistan

Baregeha Barzanî: Divê pêkhate bi xwe biryara çarenivîsa xwe bidin

Admin H
Nivîskar
📅 10 berfanbar 2023 20:09

PeyamaKurd - Baregeha Barzanî, li ser hewldanên dijî nûnertiya Kurdan li deverên Kurdistanî bo hilbijartinên parêzgehan daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin: “Serok Barzanî bi pêwîstî dizane ku pêkhate bi xwe biryara çarenivîsa xwe bidin û ti çarçoveyeke taybet li ser wan neyê sepandin.

Baregeha Barzanî got: “Derbarê mekanîzma dabeşkirina kursiyên pêkhateyan di hilbijartinên Herêma Kurdistanê de û hebûna çend hewlan bo guhertin û destkarîkirina di kursî û mafên pêkhateyan û çawaniya beşdariya di hilbijartinan de, nêrîna Serok Barzanî ew e ku divê pêkhateya bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û ti çarçoveyeke taybet li ser wan neyê sepandin.

Pêkhate beşeke girîng a civaka Kurdistanê ne û nabe ku mafên wan bi ti berjewendiyên siyasî û nedadperwerane re bêne tevlihevkirin.”

Parve bike: