TR KU SO
FB X
Kurdistan

Baregeha Barzanî peyameke serxwesiyê belav kir

Admin H
Nivîskar
📅 09 berfanbar 2020 23:20

PeyamaKurd - Baregeha Barzanî li ser  koça dawî ya Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê û Berpirsê Dezgeha Îlonê yê Duhokê Mistefa Nêrweyî peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyama serxweşiya ya Baregeha Barzanî:

“Hêjayên malbata Xwedêjêrazî Mistefa Nêrweyî, mixabin bi xemeke mezin me xebera koça dawî ya Pêşmergeyê dilsoz û wefadar ê rêbaza kurdayetiyê (Mistefa Nêrweyî) Pêşmergeyê şoreşa Îlonç û Berpirsê Dezgeha Îlonê li Duhokê gihiştiye me.

Serxweşiya arasteyî malbata we ya birêz û nîştimanperwer û temamê xizm û dost û nasên we dikin. Em xwe weke hevbeşê xema we dizanin.

Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin Xwedêlêxweşbûyî Mistefa Nêrweyî bi rehma xwe şad bike û behişte nazil bike û aramî û hederiyê bide nas dostên we.”

Parve bike: