TR KU SO
FB X
Kurdistan

Baregeha Cendala ya Pasdaran a li Serdeştê hat bombebarankirin

Admin İ
Edîtor
📅 04 adar 2026 13:48

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê di çarçoveya operasyonên xwe de baregeha "Cendala" ya ser bi Spaha Pasdaran (IRGC) ve li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê kirine hedef.

Yekîneya taybet a li dijî hêzên Kurdistanî bû hedef 

Li gorî raporta Hengawê, ev êrîş îro 4ê Adara 2026an pêk hatiye û rasterast "Qişleya Artêşa Cendermeyan" (Cendala) kiriye hedef.

Hat ragihandin ku ev yekîne bi taybetî ji bo şerê li dijî partiyên siyasî yên Kurdistanê û tepeserkirina tevgerên li Rojhilatê Kurdistanê hatibû damezrandin û wekî navendeke stratejîk a operasyonên pasdaran li devera Serdeştê dihat dîtin.

Tedbîrên ewlehiyê yên tund 

Piştî êrîşên asmanî, li bajarê Serdeştê û gundewarên wê tedbîrên ewlehiyê yên awarte hatine girtin. Hat diyarkirin ku hêzên rejîmê li herêmê di rewşa amadebaşiyê de ne û liv û tevgera leşkerî li ser sînoran zêde bûye.

Ev bombebaran beşek e ji zincîre êrîşên "Epic Fury" (Hêrsa Epîk) û "Harrier's Roar" (Kûrêna Şêr) e ku binesaziya leşkerî û îstîxbaratî ya rejîma Îranê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin hedef. Serdeşt ji ber pêgeha xwe ya sînorî, ji bo Spaha Pasdaran navendeke krîtîk a lojîstîkî ye.

Parve bike: