Baroya Parîsê Tahîr Elçî û sê parêzerên din hêjayî endamtiya rûmetê dîtin
PeyamaKurd – Baroya Parîsê, serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî yê di sala 2015an de, di bûyereke gumankirî de hatibû kuştin jî din av de, endambûna rûmetê da sê parêzerên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.
Baroya Parîsê, parêzera Kurd a ji Dêrsimê ya bi navê Ebru Timtik ku çend roj berî niha ji ber greva birçîbûnê wefat kiribû û herwiha Aytaş Unsal wek endamên xwe yên fexrî qebûl kirin.
Tahir Elçî 28 Kanûna 2015 li navçeya Sûr a Amedê û piştî konferanseke rojnamevaniyê, bi awayekî gumanlêkirî û di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin.
Ebru Timtik û Aytaç Unsal sala 2018 bi tohmeta “endambûna rêxistina terorîstî” hatibûn girtin û pişt re dadgehê ji bo Ebru Timtik 13 sal û 6 meh û ji bo Unsal jî 10 sal û 6 meh cezayê zîndanê birîbû.
Parêzer Ebru Timtik piştî 238 rojan ji ber greva birçîbûnê wefat kir û Aytaç Unsal hîn di girtîgehê de, 213 roj in di greva birçîbûnê de ye.