TR KU SO
FB X
Kurdistan

Barrack serdana Hewlêr û Bexdayê dike: Bi Mezlûm Ebdî re jî dicive

Admin H
Nivîskar
📅 13 hezîran 2026 08:17

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack, ji bo kêmkirina bandora Tehranê û dîtina rêyên nû yên bazirganiyê amadekariya serdaneke krîtîk bo Bexda û Hewlêrê dike.

Tê çaverêkirin ku Barrack roja Duşemê li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bicive û daxwaza fesihkirin û çekdanîna wan milîsên girêdayî Îranê bike ku di meha Nîsana borî de êrişî dîplomatên Amerîkayî kiribûn.

Herwiha ev serdan di demeke wisa de tê kirin ku ji ber alozî û xitimandina li Tengava Hurmizê, hinardekirina petrola Iraqê di rojekê de ji 3.3 mîlyon bermîlan daketiye 600 hezar bermîlan.

Ji ber vê yekê Washington dixwaze Bexdayê ber bi hevkariya enerjiyê ya ligel Tirkiye û Sûriyeyê ve beralî bike daku aboriya wê ji bin destê Îranê derkeve.

Di çarçoveya vê geştê de, Tom Barrack roja Sêşemê dê bigihe Hewlêrê û ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêzehevdîtinan pêk bîne.

Di heman demê de, tê çaverêkirin ku Barrack li paytexta Herêma Kurdistanê ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî bicive daku hevsengiyên nû yên ewlehiyê nîqaş bikin.

Berî vê serdanê Barrack li Enqereyê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civiyabû.

 

Parve bike: