Kurdistan
Barzanî 300 xwendevan ji Kibrisê da anîn bo Kurdistanê
PeyamaKurd- Duhî serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di mijara ku xwendekarên Kurdistanê yên ku li derveyê welat dixwînin, li welatên ku dixwînin asê bûn û nema karibûn werin Kurdistanê, kes û dezgeyên pêwendîdar wezîfedar kiribû da xwendevanan bigihînin Kurdistanê.
Ragihandina gihana 300 xwendevan bo Kurdistanê, ji aliyê berdevkê hukumeta herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil de hat ragihandin. Dr. Cotyar Adil di konferansa rojnamevanî de mijarê ragihand. Cotyar Adil got ku pêwendî bi hukumeta Bexdayê re dewam dike da xwendevanên li welatên din jî dagerînin Kurdistanê.