TR KU SO
FB X
Kurdistan

Barzanî besdarî kampanyaya darçinînê bû: Darekê biçîne û bajarekî sîn bike!

📅 07 tebax 2019 15:22

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî “kampanyaya darçinînê” bû û li Parka Samî Ebdulrehman dareke çamê çand. Barzanî got darekê biçîne û bajarekî şîn bike.

‘DAREKÊ BIÇÎNE Û BAJAREKÊ ŞÎN BIKE’

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi destê xwe çalek kola û dareke çamê çand û ew av da. Barzanî di dema darçinînê de ev peyam da:

“Di vê rojê de peyama min ev e, darekê biçîne û bajarekî şîn bike. Ew yek ji bo prastin û jiyana li Kurdsitan erkeke exlaqî û netewî ye. Ez bi kêfxweşî beşdarî vê kampanyayê bûm û ez ji vir bang li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanîİ Konsûlê giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin û Nunera sekreterê Giştî yê NYyê li Iraqê Xanim Jeanine dikim ku ew jî beşdarî vê kampanyayê bibin û darkê biçînin.”

Parve bike: