TR KU SO
FB X
Kurdistan

Barzanî bi sanda Polonya re civiya: Alîkarî ji bo me karekî pîroz e

Admin H
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2018 20:40

PeyamaKurd - Serokê Encûmena Asayîşa Kurdistanê Mesûr Barzanî li Hewlêrê Wêzîra Alîkariyên Mirovî a Plonyayê Beata Kempa şanda digel wê pêşwazî kir.

Mesûr Barzanî di hevdîtinê de diyar kir, gelê Kurd alîkariya bo koçberên ji zilm û şer reviyane hatine Kurdistanê, wekî karekî pîroz dibîne û daxwaz ji şanda mêvan kir, pêwîstî bi gihandina alîkariyên zêdetir bo koçberan heye ku civaka navdewletî erka xwe bicih werîne.

Wezîra Polonyayê jî kêfxweşiya xwe bi serdana Kurdistanê anî ziman û serkeftin ji berbijêrê serokwezîriyê Mesrûr Barzanî re xwest.

Parve bike: