TR KU SO
FB X
Kurdistan

Barzanî: “Hilbijartin wê di wextê xwe de were kirin!”

Admin V
Nivîskar
📅 07 tebax 2018 18:20

PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li paytextê Kurdistanê li Hewlêrê ji bo çapemeniyê civînek li dar xist û got ku hilbijartin nayên taloqkirin, wê di wextê xwe de were kirin.

Barzanî li ser îddaya ku digot Nûnerê Têkoşîna bi IŞÎDê re yê Serokê Amerîkayê Donald Trump yê bi navê Brett McGurk gotiye hilbijartinê taloq bikin; got ku tiştekî wilo nîn e. Tenê agahî xwest ku hilbijartinê wê di wextê xwe de bibin an na. Me jî jêre got ku wê di wextê xwe de hilbijartin bibin.

Barzanî wiha dewam kir: “Em di pêvajoyeke pir zor re derbas bûn. Em di tûnêlekê de bûn, niha êdî ronahî xuya dike. Me xwest ku Balafirgeha Silêmaniyê ya Navnetewî were vekirin. Divê tirsên Tirkiyê jî li ber çavan werin girtin.”

Barzanî got ku pêwendiyên Kurdistanê û dinyayê, ketine rewşa normal de. Min herî dawî Tirkiye ziyaret kir û di nêz de dîsa ez dixwazim ziyaret bikim, lê belê hê me dîrokek eşkere nekiriye.

Li ser ambargoya li ser Îranê jî Barzanî got ku em ê di vê mijarê de bi Iraqê re tevbigerin.

Parve bike: