Barzanî li ser dahatûya Kerkûkê bi Salihî re axifî
PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê û PDKê Mesûd Barzanî, bi serokê eniya Turkmen bi Erşed Salîhî re, di çarçoveya seredana xwe ya Bexdayê de hevdîtinekî kir.
Civîn bo çapemeniyê gitîbû lê piştî hevdîtinê serokê cepha Turkmenan Erşed Salihî bo çapemeniyê ragihand ku bi serok Barzanî re di mijarên asayîşa Kerkûkê, rêvebiriya wê û dahatûya wê de axifîne. Salihî her weha got ku di hevdîtinê de ew pêşmergeyên ku di cotmeha 2017an de li ji Kerkûkê veqetiyabûn, bo car din vegerin Kerkûkê, mijara wan ya sereke bûye. Salihî ragihandiye ku Barzanî jê re gotiye; dagera wan pêşmergeyan bo Kerkûkê di rojeva wan de tine ye û goya ji vê beyana Barzanî razî maye. Salihî di mijara asayîşa bajêr de weha got:
“Em li ser mijara mekanîzma ya ewlekariya Kerkûkê rawestiyan ku divê hêzek ji hemû aliyan bê avakirin. Ev bi xwe projeya me ye jî.”
Salihî got mijareka dinê ya ku li serê rawestiyane, şeklê rêvebiriya Kerkûkê ye. Salihî got ku Barzanî jî dibêje; divê Kerkûk ne ji aliyê partiyekî ve lê bi tevlîbûna hemû aliyan bê birêvebirin û hem divê Kerkûk ji aliyê Kerkûkiyan ve bê îdarekirin.
Di hevdîtina Barzanî û Turkmenan de, hinek parlementerên Tukmen jî amade bûn.