TR KU SO
FB X
Kurdistan

Barzanî: “Necmeddîn Kerîm, di têkosîna Kurdistanê de roleka girîng leyîst”

Admin M
Nivîskar
📅 31 cotmeh 2020 19:31

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema koça dawiyê ya Parêzgerê berê yê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm peyamekî sersaxiyê belav kir. Dr. Necmeddîn Kerîm doktorê rehemetî Mele Mistefa bû û do bi şev li Amerîkayê li nexweşxaneya ku tê de tedawî dibû, wefat kir. Peyama serokwezîr Mesrûr Barzanî wehaye:

“Min xebera wefata Dr. Necmeddîn Kerîm ê welatperwer û ku li ser navê Kurdistanê bi sekna xwe dihat nasîn bi xemgînî bihîst. Dr. Necmeddîn di şoreşa êylûnê de weka pêşmergeyek û serokê Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê û paşî di xebata rizgariya xelkê Kurdistanê de,li derveyê welat, di dîplomasiyê de, li akademiyên navendî bo danasîna doza Kurd rolên girîng da ser milên xwe.

Piştî Iraq ji dîktatoriya rejîmê xelas bû, bû parêzgerê Kerkûkê û di nav pekhateyan de, bi aştîxwazî tevgeriya, bo temîna pêkvejiyanê û kûrkirina wê û di mijarên netewî de bandorên baş kir.

Bo malbata wî, bo xelkê Kurdistanê û bi taybetî bo Kerkûkiyan sersaxiyê dixwazim bo wan taziyetên xwe dişînim û hevparê êşa wan im. Xwedê riha wî bi bihişta xwe şad bike û sebrê bide me hemûyan.”

Parve bike: