TR KU SO
FB X
Kurdistan

Barzanî û Berhem Salih civiyan

Admin M
Nivîskar
📅 02 îlon 2018 19:00

PeyamaKurd- Serokwezîrê hukumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê berê yê Kurdistanê Berhem Salih piştî civîneka du qolî derketin pêşberê çapemeniyê. Di konferansa çapemeniyê de her dû behsa yekdengiya partî û layanên Kurdistanê kirin ku bi yek dengî tevli damezrandina hukumeta Bexdayê bibin û tîşkê xistin ser hilbijartinên Kurdistanê jî.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew bi hemû partî û grûbên Kurdistanê re têkiliyan datînin da bi yek dengî tevlî hukumeta Bexdayê bibin. Her weha Barzanî ragihand ku biryara hilbijartinên Kurdistanê biryara hukumetêye û divê di van mijaran de qanûn bên cîbicîhkirin.

Di mijara tevlîbûna hukumeta Bexdayê de Kurd xwedanên gelek bernameyên mezinin û bi wan bernameyan tevlî guftûgoyên Bexdayê dibin ku yek ji wan xala 140 ê ye.

Parve bike: