TR KU SO
FB X
Kurdistan

Barzanî û Macron li ser êrîşa Mexmûrê û rewşa herêmê axivîn

Admin H
Nivîskar
📅 13 adar 2026 19:03

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî pêk anîn û êrîşa li ser baregeha hevbeş a Mexmûrê ku tê de leşkerekî payebilind ê Fransayî hat kuştin û 6 jî birîndar bûn, bi tûndî şermezar kirin.

Barzanî sersaxî ji malbata leşkerê Fransî re xwest û spasiya Macron kir ji bo piştgiriya berdewam a Fransayê.

Herwiha Barzanî destnîşan kir ku divê hikûmeta Iraqê berpirsyariya xwe bi cih bîne, rê li ber van komên çekdar bigire û wan ceza bike da ku têkiliyên navneteweyî û aramiya welat nekevin metirsiyê.

Her du serokan di pêwendiyê de, rûdanên dawî yên şer û bandorên wan ên li ser asayîşa herêmê gotûbêj kirin û daxwaza zêdekirina hewlên dîplomatîk ji bo çareseriyeke aştiyane kirin.

Emmanuel Macron ji ber hevxemiya gelê Kurdistanê spasiya Barzanî kir û tekez kir ku Fransa dê di parastina ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê de wekî hevalbendekî dilsoz bimîne.

Parve bike: