Barzanî: “Xwendevanên me yên li derve bînin welat”
PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çapçoveya tedbîrên karavîrusê de, bo hukumetê ferman da ku xwendenanên Kurdistanê yên ku li derveyê welat dixwînin û hêj nedageriyane welat, wan bînin welat.
Li gor ragihandina wezareta gihandin û danûsitendinê serokwezîr Mesrûr Barzanî; li ser fermana Mesrûr Barzanî, wezareta gihandin û danûsitendinê, baregeha têkiliyên derve, temsîlkariyên hukumeta herêma Kurdistanê yên derve, wezareta xwendina bilind û lêkolînên zanistî û nûnertiya herêma kurdistanê ya li Bexda, bo xwendevanên Kurdistanê yên li derve bînin Kurdistanê, xebatên xwe zêdetir kirin.
Di vê pêvajoyê de, wê herêma Kurdistanê bi hukumeta federal ya Iraqê re di nava koordînasyonê de be. Her xwendevan welatê ku lê ye, wê li gor qanûnên wê derê tevbigere, wê navê xwe li sefaretxaneya Iraqê an li nûnertiya herêma Kurdistanê bide nivîsandin.