Batman | Pistî serî hildanê girtî hatin veguheztin
PeyamaKurd – Piştî serî hiladan girtiyên qawîşên ji tilyakê girtî yên li Girtîgeha Cureya M ya Batmanê ku şevê din agir bi girtîgehê xistibûn, beşek ji girtîyan bo girtîgehên din hatin veguheztin.
Girtiyan li dijî yasaya înfazê ku wan hilnagire nav xwe, serî hildan û agir bi qawîşên xwe xistin ku metirsiyeke mezin çêbû. Herî dawî Serdozgeriya Batmanê ragihand ku rewş hatiye kontrolkirin û ti mirî û birîndar nînin.
Piştî şewat û duxana li girtîgehê bi hezaran xizmên girtiyan li dorûbera girtîgehê kom bûbûn ku heta îro beyaniyê jî gelek kes li ber girtîgehê meraqa nas û xizmên xwe yên girtî dikirin.
Li gorî zanyariyên dawî beşek ji girtîyên girtîgeha Batmanê bo girtîgehên din hatin veguheztin.
Hêjayî gotinê ye, niha li parlamena Tirkiyê li ser yasayeke înfazê xebat tê kirin ku girtiyên siyasî û hejmarek girtiyên din hilnagire nav xwe. Ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê li girtîgehên Tirkiyê tu bi qasî 300 hezar kes girtîne, sazî û rêxistinên sivîl ên mafên mirovan dixwazin yasaya înfazê were berfirehkirin û piraniya girtiyan werin berdan.