TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bav û dê yên ku li zarokê xwe îskence kiribûn dadgeh wan sand zîndanê

Admin M
Nivîskar
📅 27 tebax 2024 23:39

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Artukluyê li taxa Sawurqapiyê dê û bavê biyanî ku li zaroka xwe îşkence kiribûn hatin zîndanîkirin. Zaroka ku dê û bav lê îşkence kiribûn, bi awayekî xortên taxê pê dihesin, zarokê rizgar dikin û wî dibin nexweşxanê.

Xortên taxê dema diçin zarokê dibînin, li malekî dest û lingên wî girêdayî dibînin.

Piştî li nexweşxanê zarokê tedawî dikin, rêvebiriya xizmetên civakî ya bajarê Mêrdînê zarokê dixin bin parastina xwe.

Dê û bavê zarokê piştî dibin dadgehê, dadgeh biryara zîndanîkirina wan dide û wan dişîne zîndanê. Nehat ragihandin bê malbat ji kîjan neweye an welatiye.

Parve bike: