Kurdistan
Bazirganê Kurdê Êzidî yê naskirî Besîr Goriya hat kustin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro Yekşemê li ser rêya serekî ya Şêxan-Elqoş - bazirganekî Kurdê Êzidî Beşîr Goriya bi guleyê hat kuştin.
Rêvebera Nahiyeya Elqoş Lara Zara ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku bûyer li derwazeya gundê Bêbanê qewimî ye û Beşîr Goriya bi guleyê hatiye kuştin.
Derbarê sedema kuştina wî de hîn ti agahiyên zelal nînin û nasnameya kesê ew kuştiye jî hîn nehatiye diyarkirin.
Beşîr Goriya niştecihê Komelgeha Rîsale ye û kesekî naskirî û xuya yê navçeyê bû kubi karên xwe yên xêrxwazî û taybet jî alîkariyên Kurdên Êzidî dihat naskirin.
Hêzên emnî derbarê bûyerê de lêkolînên xwe berdewam dikin.