Kurdistan
BCF bo Kurdên kampa Sariya xaniyan ava dike
PeyamaKurd – Mehekî berê li kampa Şariya ya ku Kurdên Êzîdî tê de bi koçberî dijiyan, agir bi çadirên wan ketibû û gelek şadir şewitîbûn. Weqfa Barzanî ya Alîkariyê BCF bo Kurdên Êzîdî yên ku şadirên wan şewitîbûn xaniyan ava dike û hem alîkariya wan ya pêdiviya rojane dike. Berpirsê weqfê yê Duhokê Mihemed Hewar bo BasNewsê weha ragihandiye:
“Bo malbatên çadirên wan şewitîn yên li Kampa Şariyayê, bo wan xanî ava bikin me brîketan kiriye û temamê pêdiviyên malbatan temîn dikin. Malbatên di xaniyan de bên bicîhkirin, bo wan doşek, bataniye, xalî û hwd.em ê bicîhbikin.
Konsulxaneya Îmaratan ya Hewlêrê duhî ragihand ku dê pêdiviyên malbatên mexdûr temin bikin. Heya pêdiviya wan hebe dê xebatên me dewam bikin.”