TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bêgerd Talabanî: Di dema kabîneya 9an de hilberîna Kurdistanê ji 1.5%ê gihîstiye ji sedî 8an

Admin H
Nivîskar
📅 23 gulan 2021 22:12

PeyamaKurd - Wezîra Kiştûkal û Çavkaniyên Avê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talabanî, di gotara xwe ya merasîma danîna xîmê siloyan û bazarkirina genimê cotkaran a Silêmaniyê de got: “Ev projeyeke projeyeke giştî û stratejîk û pêngavekî biwêr a hikûmeta herêma Kurdistanê ye, ji bo qahîmkirina bingehê aboriyê.”

Bêgerd Talabanî da zanîn: “Di salek û neh mehên temenê kabîneya nehem de hilberîn ji sedî 1.5ê rabûye û gihîştiye sedî 8êan.”

Talabanî destnîşan kir: “Ev projeyek cuda ya ji bo vejandina girîng a aboriyê ye, di heman demê de avakirina derfeta kar e bo kesên ji beşên kiştûkaliyê xwendine û dibistan temam kirine û şansê bicihbûna wan di vê sektorê de dê çêbe.”

Bêgerd Talabanî got: “Wezareta kiştûkal du pêngavaên mezin avêtine, yekem damezrandina sê kargehên mezin ên tov in bi hemahengiya li gel wê projeyê jî, ku ew jî rêgirî kirine li henarde kirina sermayeyê bazara navxweyî bo bazara derve de dê roleke serekî bilîze. Pêngava duyem jî damezrandina lijneya niştimaniya tomar û pejirandina tow li herêma Kurdistanê ye.”

Parve bike: