TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bendava Tisrînê û hawîrdora wê hat bombebarankirin

Admin İ
Edîtor
📅 15 rêbendan 2025 17:49

PeyamaKurd – Bendava Tişrînê ya li bajarê Minbicê yê Rojavayê Kurdistanê ye hat bombebarankirin.

Li gorî nûçeyeke ANHAyê; balafirên dewleta tirk 300 metreyî dûrî beşa tijîkirin û valakirinê ya beşa sereke ya Bendava Tişrînê, bombebaran kiriye.

ANHAyê ragihand ku liv û tevgera balafiran a li ser herêmê didome û derbarê encamên êrîşan de agahiyên zelal nehatine bidestxistin. 

 Ji bilî bombebaranên balafirên Tirkiyeyê, pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) de jî didomînin ku bi ser Tirkiyeyê ve ye.

 

Parve bike: