TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berdevk Dilşad Şehab li ser seredana Şamê ya Nêçîrvan Barzanî agahiyan da

Admin M
Nivîskar
📅 03 tebax 2026 16:08

PeyamaKurd – Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê Dilad Şehab li ser hevdîtina di navbera serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Sûriyê Ahmed Şara agahiyan da. Şehab li ser guherînên li Sûriyê ragihand ku Barzanî dilxweşiya xwe aniye ser ziman.

Dilşad Şehab got ku Nêçîrvan Barzanî desteka xwe ya ji bo entegrasyona hêzên HSDê ya bi dam û dezgeyên Sûriyê re ragihandiye, ji bo di herêmê de aramî çêbibe û talûka şer ji ortê rabe, pêvajoyê destek dike.

Di hevdîtinê de hevkariya aboriyê û ya ewlehiyê ya navbera Herêma Kurdistanê û Şamê gotûbêj kirine.

Seroke Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro an ku di 3 yê Tebaxa 2026an de, li Şamê li Koşka Gel de ji aliyê serokê dewleta Sûriyê Ahmad Şara de, bi ala Kurdistanê û Sûriyê hat pêşwazîkirin

Parve bike: