TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berdevkê PDKê: Li ser budçeyê lihevkirin çênebûye

Admin H
Nivîskar
📅 06 cotmeh 2026 16:28

PeyamaKurd - Berdevkê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Daner Ebdilxefar ragihand, hewldanên ji bo çespandina para Herêma Kurdistanê di budçeya giştî de berdewam û got, mûçeyê fermanberan di bin ti şert û mercan de nayê rawestandin.

Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê derbarê reşnivîsa budçeya sala 2027an de, îro 06ê Cotmehê mêvandariya Wezîrê Darayî yê Federal Falih Sarî kir. Piştî bidawîbûna civînê, Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Daner Ebdilxefar di civîneke rojnamevanî de hûrgiliyên civînê ji raya giştî re parve kirin.

Daner Ebdilxefar bal kişand ser danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser dosyeya budceyê û diyar kir, heta niha li ser pişka Herêma Kurdistanê rêkeftineke dawî nehatiye kirin. Lê belê wî tekez kir ku wek nûnerên Kurd daxwaz dikin divê para Herêmê li gorî destûr û qanûnê were diyarkirin, da ku zilm li welatiyên Herêma Kurdistanê neyê kirin û serederiyeke dadperwerane û bê cudakarî bi wan re bê kirin.

Berdevkê Fraksiyona PDKê rexne li destnîşankirina pişka Herêmê ya bi rêjeya %12.67 girt û got: “Ev rêje li dijî encamên serjimêriya dawî ya li Iraqê ye ku tê de derketiye holê ku rêjeya akinciyên Herêma Kurdistanê %14.14 e. Me di civînê de ev pirs anî ziman û em daxwaza mafê rasteqîn ê Herêma Kurdistanê dikin.”

Derbarê xalên nakok de, Ebdilxefar behsa kêşeya lêçûna berhemanîn û derxistina petrolê kir û diyar kir, hin mercên giran hatine danîn da ku Herêma Kurdistanê neçar bikin ku nekare pêgiriyê pê bike; ji wan jî daxwaza radestkirina 400 hezar bermîlên petrolê yên rojane ye.

Ebdilxefar destnîşan kir, ew bûdçeya ji bo lêçûna berhemanîna petrolê hatiye veqetandin pir kêm e û Herêm bi vê birê nikare petrolê derbixe. Vê yekê jî rêkeftin zehmet kiriye û bûye yek ji astengiyên sereke li pêşiya çareseriyê.

Li ser dosyeya mûçeyan, Berdevkê Fraksiyona PDKê dilrehetî da fermanberên Herêma Kurdistanê û destnîşan kir ku di her şert û mercî de mûçe dê were şandin û berdewam be. Herwiha diyar kir ku pirsgirêka "xerckirina rasteqîn" heye, lê li gorî biryara Dadgeha Bilind a Federal, bi ti hincetekê nabe mûçeyê fermanberan bê rawestandin an paşxistin.

Derbarê dema şandina mûçeyê meha Gulanê de, Daner Ebdilxefar eşkere kir ku Wezîrê Darayî yê Iraqê soz daye ku herî dereng heta roja pêncşemê, 8ê Cotmehê mûçeyê meha Gulanê bişîne Hewlêrê, ji ber ku diravê neqdî yê pêwîst li ber destê wan heye.

Parve bike: