TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berdevkê YPGê: Pêsmerge derbas nebûne, nezareta karwana alîkariyê kirin

Admin S
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2018 17:53

PeyamaKurd - Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd derbarê nûçe û îdiayên, hejmarek ‘Pêşmergeyên Rojava’ yên li Başûrê Kurdistanê, derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne daxuyanî da û got, ew nûçe nerast in.

Nûrî Mehmûd bal kişand ser, ji ber ku deriyê Sêmalka (Pêşxebûr) ji çûnûhatinê re hatibû girtin, ji bo gihandina alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî bi nezareta yekîneyeke Pêşmerge destûr hatiye dayîn, lê Pêşmerge derbasî Rojava nebûne.

Mehmûd got, “Piştî hevdîtinên wan ên ligel hevpeymaniyê destûra rêya El-Welîd hatiye dayîn û karwana alîkariyê bi nezareta yekîneyeke Pêşmergeyên PDKê gihîştiye Rojavayê Kurdistanê, lê wan sînor derbas nekirine.”

Nûrî Mehmûd herwiha diyar kir ku nûçeyên derbasbûna Pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê, xizmeta operasyona Tirkiyê ya bi ser Rojava û bakurî Sûriyê de dikin.

Parve bike: