Kurdistan
Berf, mij û bamist kir ku bi dehan alav di rê de man
PeyamaKurd – Li bajarê Hekkariya li navça Derecîkê bi sedema barîna berfa zêde, mij û bamiştê bi dehan alav an ku erebe di rê de man. Li Derecîkê bi taybetî li Berdî û devera Ziyniyê firtûna berfê çêbû û bamişt jî di peyde destpêkir.
Kesên di berfê de man, bi derfetên xwe û paşî rêxistina rêyên bejayiyê bi alavan ketin ser rê da rêyan vekin. Tîmên vekirina rê yên rêyên bejayiyê hemwelatiyan hişyar kirin da li xwe miqatebin. Mesafa dîdariya rê ji ber mijê gelek kêm e.