Kurdistan
Berfa adarê ji nû de bi ser serê Kurdistaniyan de bariya
PeyamaKurd- Tevî ku em ketine werza baharê jî li welatê Serdehê berfeka dijwar bariya û bajarên Serhedê Erzerom, Ardaxan, Agirî û Qers bi temamî ji berfa zêde sipî bûn û gelek rêyên van bajaran hatin girtin.
Ev 3 roje ku berf dibare û bi taybetî di şevê de zorê dide barîna xwe. Rêyên bi sedema barîna berfê hatine girtin, ji aliyê têmên bi ser rêvebirya taybet yên Parêzgehê de tên vekirin.