TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berfa nû, bi ser berfa kevin de bariya

Admin M
Nivîskar
📅 14 îlon 2019 02:44

PeyamaKurd- Ti carê berfa Çiyayê Agiriyê ji serê xalî nebûye lê her sal berfa nû tê ser ya kevin. Di havînan de Agirî bi berfa xwe ya kevin an ku sala borî  dîmenên bêhempa diafirîne û dema berfa nû tê ser ya kevin, dîmen diguhirin û xweştir dîmen dikevin ber çavên bîneran.

Bilindahiya Çiyayê Agiriyê ya cîh û warê Îhsan Nûrî Paşa, Biro Heskê Têlî, Temer û Ferzendê Hesenî, di salê de, di her werzî de bi awayekî xemilandiye û navboriyan şermezar nake. Bi bilindahiya xwe ya 5 hezar û 165 metreyî serbilindê deryayê ye. Ji tofana Hz. Nûh bilindtir e. Keştiya Hz. Nûh negihabû sere Agiriyê an Cûdiyê.

Li gor xelkê herêmê; dema berfa salê ya nû li ser Çiyayê Agiriyê dibare, ew berf berketê bi xwe re tîne. Berê jî bereketê bi xwe te dianî. Pêşwaziya mêvanên xwe yên serbilind dikir. Eger berf bibare, di salê de wê çêre şîn bibe, ava kaniyan der bibin û av û şînahî di nav hev de, dê bo heywan û xelkê deverê bibin bereket.

Parve bike: