Kurdistan
Berpirsê Amerîkî Andrew Peek pîrozbahiya Mesrûr Barzanî kir
PeyamaKurd- Ji wezareta karên derve ya Amerîkayê û hem berpirsê masa Iraq û Îranê Andrew Peek, bi rêya telefonê serokwezîrê nû yê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîroz kir. Peek bi rêya telefonê serkeftinê bo Mesrûr Barzanî û hukumeta nû ya Kurdistanê kir.
Peek, di axaftinê de behsa girîngiya desteka bo pêşmerge û pêşdebirina têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê kir.