TR KU SO
FB X
Kurdistan

Berpirsekî Rojava: Em amade ne bi Tirkiyê re danûstandinê bikin

📅 27 tîrmeh 2019 19:44

PeyamaKurd - Berpirsekî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi navê Bedran Çiya Kurd dibêje, ew amade ne bi Tirkiyê re dest bi danûstandinê bikin.

Bedran Çiya Kurd ji K24 ê re ragihandiye, heger Tirkiye di bin navê avakirina herêma ewle de êrişî Rojavayê Kurdistanê bike ewê bibe awayekî dagîrkeriyê û ev dagîrkerî dê mafê rewa bide wan ku axa xwe û gelê xwe biparêzin biparêzin.

‘EM NAXWAZIN BIJARDEYÊN LEŞKERÎ PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN’

Wî berpirsê Rojava her wiha got: “Em naxwazin bi bijardeyên leşkerî pirsgirêk çareser bibin, belkî daxwaza me ew e bi rêyên siyasî û diyalogê pirsgirêk bên çareserkirin. Em amade ne bi dewleta Tirkiyê re diyalogê bikin û nehêlin aramiya heye, xirab bibe û aloziyeke mezin derkeve.”

‘EGER RÊYÊN DIYALOGÊ BÊNE GIRTIN…’

Wî berpirsî wiha dewam kir: “Eger rêyen diyalogê bêne girtin û dewleta Tirkiyê di nêrîna xwe de israr bike û Tirkiye di bin navê avakirina herêma ewle de êrişî Rojavayê Kurdistanê bike, dê şer û parastina vê herêmê dijwar bibe û her digire bigire nava xwe.”

Parve bike: