TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bexda tevliheve û herkes berê xwe dide Hewlêrê

Admin M
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2020 02:52

PeyamaKurd- Piştî wezareta Amerîkayê ya karên derve hişyariyê da hemwelatiyên xwe da neçin bexdayê, rêxistinên navdewletî berê xwe dane herêma Kurdistanê. Şiroveya bûyerê ji aliyê Baghdad Today de hat kirin ku çavkaniya xwe dibe ser binkeya Iraqiyan.

Di xeberê de tê gotin ku piştî tatîla serê salê wê sefareta Hewlêrê bo karên wan hemwelatiyên Amerîkayê, dê dest bi xebatê bike. Tatîl roja duşemê diqede. Li gor nûçe radigihîne; hişyariya wezareta karên derve ya Amerîkayê ne bo herêma Kurdistanê ye û herêm di dervayê wê de ye. Piştî ku sefareta Amerîkayê ya Bexdayê hat îşxalkirin, rêxistinên navdewletî yên ku navenda wan Amerîkaye, berê xwe dane herêma Kurdistanê.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê bo hemwelatiyên xwe yên ku biçûna Iraqê gotibû ku dema hun herin Iraqê wesiyeta xwe bikin û mîrasvanên xwe tayîn bikin.

Parve bike: