TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bexdayê razîbûna xwe ji bo zêdekirina para petrolê nîşan da

Admin H
Nivîskar
📅 27 tîrmeh 2026 17:13

PeyamaKurd - Nûnerên Kurd li Parlamentoya Iraqê bi serokatiya Ferhad Etrûşî îro 27ê Tîrmehê a ligel Wezîrê Petrolê yê Iraqê civiyan û pirsgirêk û krîza benzînê ya li Herêma Kurdistanê nîqaş kirin.

Di civînê de Daner Ebdulxefar eşkere kir ku wan daxwaz ji wezîr kiriye ku pişka petrola xav a Herêmê ku niha 50 hezar bermîl e bê zêdekirin.

Wezîrê Petrolê jî razîbûna xwe ya devkî nîşan da û biryara dawî spart pejirandina Serokwezîrê Iraqê.

Hat ragihandin ku ji bo vê mebestê dê nivîsarek fermî ji bo Serokwezîr bê şandin daku li gorî lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê pêngavên lezgîn bêne avêtin.

Parve bike: