‘Bi 2 girtiyên li Silivriyê re Covid-19 derket’
PeyamaKurd – Xizmeke girtiyekî li Girtîgeha Tîpa L 5 a Sîlîvrî got ku testa Covîd-19 a 2 girtiyên siyasî pozîtîf derketiye û piştî derketina vîrusê jî ew car din birine nav qawîşa girtiyên din.
Li Girtîgeha Silivrî ya Stenbolê bêhtirî 20 hezar girtî ji dozên cuda dimînin ku ji ber zêdebûna hejmarê metirsiyeke zêde ya belavbûna vîrusa korona li wir heye. Niha li parlamena Tirkiyê li ser yasaya înfazê ku hejmarek kes ji girtîgehan bên berdan xebat tê kirin, lê di projeyasaya AKP-MHPê de girtîyên siyasî ku hejmara wan herî zêde ye li girtîgehan cî nagire.
Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî, li ser mijarê ev agahî dane:
“Xizmekê girtiyê bi navê M.A. yê li Sîlîvrî dimîne bi telefonê li me geriya û hin agahî dan me. Testa Covîd-19 a girtiyên bi navê Z.S. û H.P. pozîtîf derketine. Li şûna ku wan bixin karantînayê, paşve birine qawîşan. Piştî Z.S. û H.P. dixin qawîşan N.B. û H.U yê nexweşiyên wî yên kronîk hene jî di danûstandina bêhnê de zoriyê dikişîne. Dîsa girtiyê bi navê M.F.E. jî herareta laşê wî zêde dibe û pirsgirêka kuxikê çêbûye. Guman heye ku ew girtî bi vîrusê ketibin. Lê heya niha testa van 3 her girtiyan nehatiye kirin.”
Yolerî herwiha daye xukarin ku wan hîn ew agahî piştrast nekirine û banga bergiriyên lezgîn ji bo girtîgehan kir.