Bi biryara Serokwezîr Barzanî 4 milyar dînar ji bo karmendên tenduristiyê hat terxankirin
PeyamaKurd - Li ser biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 4 milyar dînar weke ji bo bijîşk, hemşîr, hemşire û karmendên tenduristiyê hat terxankirin ku wê ew pere ji bo rûbirûbûna koronayê jî were bikaranîn.
Dîwana Serokwezîriyê roja 09.11.2021ê biryarek derxistiye ku tê de hatiye eşkere kirin; di çarçoveya berjewendiyên giştî û parastina tenduristîya hemwelatîyên Herêma Kurdistanê de, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pereyê hatiye terxankirin ji bo rûbirûbûna koronayê ji milyarek û 500 milyon dînarî bo 5 milyar dînaran tê zêdekirin.
Di belgenameyê de hatiye diyarkirin, 4 milyar dînar wê ji bo handana bijîşk, hemşîr û hemşîreyan û karmendên tendrustiyê were terxankirin.
Herwiha hatiye gotin ku wê mehane 150 milyon dînar jî ji bo pêngava hişyariya tenduristî were xerckirin.