TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi F-16an binkeyên DAISê yên li Çiyayê Hemrînê hatin bombebaran kirin: 3 DAISî hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 29 gulan 2022 16:30

PeyamaKurd - Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand ku li dijî terorîstên DAIŞê li Çiyayê Hemrînê operosyaneke asmanî hatiye kirin û 3 çekdarên DAIŞê kuştin.

Şaneyê da xuyakirin, bi şopandin û çavdêriya Fermandehiya Operasyonên Hevbeş û li gorî zanyariyên istixbaratî yên rast, balafirên F-16 yên Iraqê 2 êrîşên asmanî pêk anîn û di encama wan her du êrîşan de 3 endamên DAIŞê li çiyayê Hemrînê hatin kuştin û cihekî veşatinê ya çekdaran li devera Zirlokê hat jinavbirin.

Herwiha şaneya ragihandinê da zanîn: “Hêzên ewlekariyê bi hemû formên xwe yên cuda bibiryar in ku operasyonên xwe yên bi kalîte û pêşîgirtinê li dijî şaneyên terorîst ên mayî li çiya, biyabananan û li her deverê berdewam bikin.”

Parve bike: