Kurdistan
Bi gumana jehra xidayê 40 kesan birin nexweşxanê
PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navça Misircê (Kurtalan) 40 kesên ku di kantîna dibistanê û xwaringehekî de xwarin xwarin, nexweş ketin wan birin nexweşxanê. Ji 40 kesan 34ê wan xwendevan in.
40 kesên ku birin nexweşxanê, bi gumana ku ji xwarinê bi jehrê ketine li nexweşxanê ne û li nexweşxanê cîh nema. Nexweşên nûh jî şandin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Sêrtê.
Ji bo meselê piştrast bikin, dozgeriya Misircê biyarê da ku mînakan ji kantîna dibistanê û xwaringehê bigrin û bişînin bajarê Diyarbekirê da li ser wan lêkolînê bikin.
Dermankirina nexweşxan li nexweşxana dewletê ya Misircê û Sêrtê dewam dike.