TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi helkefta Newrozê li Amedê merasîmeke pîrozbahîyê birêve diçe

📅 21 adar 2019 16:41

PeyamaKurd - Bi helkefta cejna Newrozê li Amedê mezintirîn û berfirehtirîn çalakîya Cejna Newrozê tê lidarxistin.

Amadekarîyên Newroza mezin a Amedê bi dawî bûn û ahengê saet 11.00an li Qada Îstasyonê ya bajarê Amedê destpê kir.

Pîrozbahîya îsal bi şîara ‘Em ê tecrîdê bişkînin, teqez bi serkevin!” birêve diçe.

Li Newroza Amedê pêla ‘HDPê û Tifaqa Kurdî’

Li qadê herî zêde karvedanên tifaqa HDPê û partîyên Kurdistanî dixuyê. Herweha alên Kurdistanê di nava qadê bi awayekî berbiçav xuya dibin. Tête gotin 2 hezara alayên rengîn li qadê hatine hildan.

Gelek partî, kesayet û alîyên siyasî yên kurdî beşdarî merasîma Newrozê ya li Amedê dibin. Tê çaverêkirin Hevserroka HDPê Pervin Buldan jî axaftinekê bike.

? Diyarbakır’da halk #Newroz alanına akın ediyor #Amed #Diyarbakır #TwitterKurds #NewrozPirozBe #Happynewroz #HDP #YaMeYe #Kurdistan #Newroz2019 pic.twitter.com/I9zwXPirfh

— PeyamaKurd (@peyamakurd) 21 Mart 2019

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî di ahenga Newrozê da axivî û amaje kir ku ev gel dê ji azadîyê, ji aştîyê û demokrasîyê venegere. Buldan, “Bila herkes bizanibe em dê li dijî zaliman û rejîma yekkesî bikevin hilbijartinê. Em dê li hember tifaqa faşîst ya yekalî bikevin hilbijartinê. Tifaqa kurdî girîng e. Ev tifaq tifaqa kurdan e, tifaqa gelan e.”

Yek ji van beşdaran jî Serokê Partî Demokratî Kurdistan-Bakur Sertaç Bucak e. Bucak bal kişande ser hejmara zêde  ya alên rengîn li qadê û got, “pêwîst e kurd îttîfaqa xwe bi pêş ve bibin û em li ser wê bifikirin bê çawa em dikarin bi vê yekîtîyê stratejîk ava bikin.”

Serokê Hereketa Azadîyê Ayetullah Aşitî dîyar kir ku di tarîxa Amedê cara pêşî hemû alîyên sîyasî hatine cem hev. Aşitî herwiha  got, wê ev yek bandoreke mezin li hilbijartinên 31ê adarê bike.

Di ahenga Newrozê de, destpêkê komaBajar derket ser dike. Digel stranên wan yên gelerî, bi hezaran beşdaran govend gernadin.

Parve bike: