TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi İHAyê êrîş birin ser kampa Komele ya li Silêmaniyê

Admin M
Nivîskar
📅 20 gulan 2026 23:29

PeyamaKurd – Bi İHA yan li kampa Komeleyê ya li bajarê Silêmaniyê ya bi navê Zirgwezala xistin lê di encamê de xesara canî nebûye.

Berpirsê karên derve yê Komelê Ali Rencberi ji bo Rûdawê ragihandiye ku êrîş seet di 21.30an de çêbûye û bi 2 İHA yan êrîş kirine.

Di êrîşê de xesara maddî bûye. Di kampê de tenê malbatên endamên Komelê dijîn û ji bo wan jîngehe.

Ji 28ê Sibatê heya niha 81 car êrîş birine ser kampên Komelê û bi 128 fuze û İHAyan êrîşan birine ser kamp û navendên tenduristiyê yên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê.

Bi 735 fuze û İHAyan êrîş birine ser Herêma Kurdistanê û ji wan êrîşan 68 heb piştî agirbesa navbera DYA-Îranê avêtine Herêma Kurdistanê.

Parve bike: