TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi kêran êrîsî siyasetmedarê Kurd kir

Admin H
Nivîskar
📅 21 hezîran 2020 18:49

PeyamaKurd – Rêveberê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Sidiq Zerza li Holandayê rastî êrîşeke bi kêran hat ku giran birîndar bû. Malbata Zerza dibêje, bûyer êrîşeke terorî ye.

Hat ragihandin ku doh li bajarê Leeuwarden ê Holandayê qewimî ye û li gorî îdiayan Zerza bi kesekî bixwe ji Rojhilatê Kurdistanê Rahman Pîrdabadî re (38 salî) hevdîtin kiriye.

Ciwanê ku bi qeftek gul xwe nêzî Zerza kiriye kêr derxistiye û ew kêr kiye ku Zerza bi giranî birîndar bûye û mudaxeleya yekem ji aliyê polîsê Holandî ve hatiye kirin.

Hat zanîn ku kesê êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, malbata Zerza gotiye ku bavê kesê êrîşkar hevalê Sidiq Zerza bûye û  ji navçeya Şîno ya Urmiyê ye ku ji bo Sidiq Zerza alîkariya kurê wî bike pêwendiya wan çêdibe.

Lê belê dema hevdîtinê ew ciwan bi kêrê êrîşî Zerza dike. Niha rewşa Zerza li nexweşxaneyê ber bi başiyê ve diçe.

Parve bike: