Bi kêrê li jina xwe xist û bi 30 ciyan birîndar kir
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê kesê bi navê M.Z.B. (58) bi jina xwe ya bi navê F.D. (40) re li hev nedikir û li ber apartmana mala wan tê de bû, kemînê danî û dema jina wî çû nav apartmanê bi kêrê lê xist.
M.Z.B. bi kêrê 30 cara li jina xwe xist û wê birîndar kir. Jin 3 roj di beşa nexweşxanê ya hûrlênêrînê de ma û zilamê wê jî girtin û şandin zîndanê.
Jinik ji nexweşxanê derket û ragihand ku ger zilamê wê berdin, wê jiyana wê di talûkê de be.
Du zarokên jinikê hene û 16 sale ku zewicandîne lê demekî berê bi sedema li hev nedikirin, jin û mêr ji hev veqetiyabûn. Lê 4 roj piştî veqetandinê, zilam dageriyabû malê û bi jina xwe re munaqeşe kiribû.
Jinik F.D. paşî car din li mêrê xwe digere û dixwaze pê re biaxife lê li ber apartmanê zilam jê re kemîn datîne.
Dema ziyaretvanên zilam diçin zîndanê seredana wî, ji wan re dibêje ku dema ji zîndanê derê, dê jina xwe bikuje û li ser vê agahiyê, F.D. ji dozgeriyê û hêzên asayîşê parastina xwe xwest û hem xwest ku zilamê wê ji zîndanê bernedin.