Bi sedema arazî ser kirin: 5 kustî û 3 birîndar
PeyamaKurd – Li navçeya Bozhewayê ya bi ser Rihayê li ser rêya navbera Semsûr û Rihayê li gundê Remzî di navbera malbatên paşnavên wan Polat û Avcı de şer derket. Her dû malbat bi demançe û sîlihên mezin lihev xistin. 3 kes li ciyê pevçûnê mirin û 2 kes jî li nexweşxanê mirin. Li ser bûyerê gelek ji hêzên cendirmayan û tîmên tenduristiyê şandin ciyê bûyerê.
Li ser mezinbûna qewimandinê rêya navbera her dû bajaran hat girtin. Tedbîrên asayîşê hatin dîtin bo kesên tevli şer û pevçûnê bûne operasyon destpêkir.
Parêzgerê Rihayê çû ciyê bûyerê û agahiyan sitend. Di pevçûnê de kesên bi navên Mehmet Emin Avcı, İbrahim Polat, Ömer Avcı, Mustafa Avcı û Elif Avcı jiyana xwe ji dest dan.
3 kesên tevlî şer û pevçûnê bûne hatin girtin û li kesên dinan digerin.