TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi sedema deyn hevalê xwe kust

Admin M
Nivîskar
📅 05 îlon 2019 02:02

PeyamaKurd- Li bajarê Entabê bi sedema ku deynê yekî li yê din bû û her dû heval gelek nêzî hev bûn, di nav wan de pevçûn derket. Bûyer li taxa Sanayiyê ya ku li Karacaahmed e çêbû. Bûyer di navbera Halil İbrahim Karakuzular û hevalê wî Feti B. de çêbû. Niqaşa navbera wan ya li ser pera zêde bû û Feti B. bi tivinga xwe ya nêçîrê bera Karakuzular da. Karakuzular li ciyê bûyerê mir ku mehekî berê ji zîndanê derketibû.

Cesedê kuştî hat şandin bo rêxistina Tib a Adlî bo otopsiyê. Kujer Feti B. ji aliyê polîsên cînayetê de hat girtin û wî birin baregeha asayîşê û lêpirsîna bûyerê dewam dike.

Parve bike: