"Bi ser neketin, li pey dek û dolaban in"
PeyamaKurd - Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşed Salihî îdîa kir ji bo îdiayên di hilbijartina giştî de hîle hatiye kirin, her ku diçe bertekên Tirkmenan li sikakê zêdetir bûn.
Salihî daxuyanî da û got li Kerkûk û cihên ku herî zêde Tirkmen lê dijîn dengên Tirkmenan li ser Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) hatine nivîsandin, ev jî bi destê karmendên YNKyî yên komîseriya hilbijartinê hatiye kirin û wiha dewam kir: "Hejmara Tirkmenên ku dertên sikakê û dewa heqê xwe dikin her ku diçe zêde dibe."
Salihî diyar kir "Şaîbeya ku YNKê pêşengiya wê kiriye, pir bi profesyonelî hatiye kirin" û ji Silêmaniyê midaxaleyî cîhazan kirine.
Serokê Eniya Tirkmenan Salihî wiha got: "Miletê Tirkmen heqê xwe dixwaze û ji bo vê jî derketiye sikakan. Li Kerkûkê tansiyon radibe. Em ê li Bexdayê derdê gelê xwe yê derketiye sikakê ji rayedarên dewletê ra parve bikin."
Digel ku Kerkûk ji aliyê di destê Tirkmenan de ye jî biserketina Kurdan bi hîleyan ve girêdidin.