Kurdistan
Biden û Johnson: Divê em pistgiriya aborî û leskerî ya ji bo Ukrayna zêdetir bikin
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Brîtanyayê Boris Johnson di derbarê zêdekirina piştgiriya Ukraynayê axivîn.
Li gor Reutersê da zanîn, Biden û Johson ji hev re gotine ku divê ew piştgiriya aborî û leşkerî ya ji bo Ukrayna zêdetir bikin.
Herwiha Biden û Johson li hev kirine ku ew hewcedariya ji bo neft û gaza Rûsya jî kêm bikin.
Di berdewamiyê her du rêberan ji hev re gotine ku divê ew zexta aborî ya li ser Serokê Rûsya Vladimir Putin zêdetir bikin.