Bingeha Lalesê û Wezareta Ewqafê li ser êrîsa ser mizgefta Singalê daxuyanî dan
PeyamaKurd – Li ser êrîşa 27ê Nîsanê ya bi ser mizgeftekê de li Şingalê Bingeha Laleşê ya Rewşenbîrî û Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyanî dan. Doh li dijî vegera hejmarek malbatên Ereb bo deverê, alozî derketibû û hejmarek kesan êrîşî herema mizgefta Şingalê kiribûn.
Bingeha Laleşê ya Rewşenbîrî îro 28ê Nîsanê bi daxuyaniyekê ragihand, berpirsiya bûyera Şingalê li ser hikûmeta Iraqê ye û divê rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.
Herwiha hat destnîşankirin ku xwepêşandana bi awayekî aştiyane mafê rewa ye û ew bi ti awayî tundûtujiyê qebûl nakin.
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî jî derbarê êrîşa ser mizgeftê ya ji aliyê çend kesan pêk hatiye de da xuyakirin ku ew bêrêzî û destdirêjiya ser mizgeft û her navendeke din a olî, bi tundî şermezar dikin.
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî diyar kir: “Em bêrêzî û destdirêjiya ser mizgeftê û her navendeke din a olî şermezar dikin, em di wê baweriyê de ne ku ev karê nerewa ji edeb û adetên resen ên olî û Kurdewariyê dûr e û hewleke plankirî ye ji bo têkdana aştiya civakî û olî ya li navçeyê.”
Wezaretê herwiha destnîşan kir, hemû aliyên ku nahêlin rewşa Şingalê were asayîkirin, berpirsê yekem ê bûyerê ne ku berdewam rola wan di aloziya deverê de heye.
Wezaretê da zanîn, ev cûre kiryar planên kesî ne û pêwendiya wê bi ti olekê tune ye, loma daxwazê ji aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Iraqê dikin, bi awayekî berpirsyariyê serederî ligel rewşa Şingalê bikin û encamderên vê bûyerê destnîşan bikin û rûbirûyî sizayê xwe yê yasayî bikin.