TR KU SO
FB X
Kurdistan

Biryar e îro sandeke serbazî ya Iraqê serdana Singalê bike

Admin L
Nivîskar
📅 28 sibat 2022 17:58

PeyamaKurd Şandeke pilebilind a serbazî ya Iraqê, îro danê sibê gihîşt Mûsilê û biryar e serdana Şingalê jî bike.

Li gor agahiyan, şandeka serbazî a Iraqê, bi serokatiya Cîgirê Fermandeyê Operasyonên Hevbeş General Ebdulemîr Şemerî, îro danê sibê gihîşt Mûsilê û bi parêzgarê Mûsilê Necm Cibûrî re civiya, herwiha piştî wê civînê, wê serdana Şingalê jî bike.

Agahî destnîşan dike, şanda serbazî ya Iraqê dixwaze rewşa Şingalê ji nêzîk de bibîne û agahdarî arîşe û pirsgirêkên wê devera Kurdistanî be.

Parve bike: