Brîtanya alîkariyên bo Pêsmerge berdewam dike
PeyamaKurd - Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi şanda leşkerî û siyasî ya Brîtanyayê re civiya. Şanda Brîtanî daxuyakirin ku ew dê alîkariya bo Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam bikin.
Şanda Britanî ji Şîretkarê Wezareta Berevaniya Brîtanya general John Lorimer û balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilks û çend dîplomat û fermandeyên serbazî pêk hatibû.
Di civînê de rewşa dawî ya Kurdistan, Iraq û Rojhilata Navîn hat nirxandin û herwiha pêwendiyên Hewlêr-Brîtanya û çawaniya berfirehkirina pêwendî û hevkariyê hat axaftin.
Mesrûr Barzanî girîngiya alîkariyên ku Brîtanya daye û dide Herêma Kurdistanê bi taybet ji bo perwerdekirin û ji nû ve organîzekirina Pêşmerge anî ziman û ji şanda mêvan daxwaz kir, Brîtanya li ser perwerdekirin û alîkarîkirina Pêşmerge berdewam be.
General Lorimer di civînê de got ku Brîtanya dixwaze û amade ye pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re berfireh bike bi taybet di warê perwerdekirina Pêşmerge de.