TR KU SO
FB X
Kurdistan

Brîtanya li ser kustin û îskencekirina Emîn Îsa daxwaza lêkolîneke zelal dike

Admin L
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2021 18:02

PeyamaKurd – Nûnerê Brîtanya yê Sûriyê, di derbarê kuştin û îşkencekirina Emîn Îsa de, daxwaza lêkolîneke zelal dike.

Nûnerê Brîtanyayê yê taybet Sûriyê Jonathan Hargreaves li ser Twitterê diyar kir: ‘‘Em derbarê wan raportên ku behsa candayina ciwanê bi navê Emîn Îsa yê di girtîgeheke desthilatdarên bakur û rojhilatê Sûriyê de, nîgeran in.’’

Jonathan Hargreaves daxwaza lêkolîneke temam û ronî û zelal li ser sedemên mirina Emîn Îsa kir.

Emîn Îsa ku 27 roj bû ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû revandin, bi awayekî hovane hatibû îşkencekirin û ji ber wê jî can da.

Parve bike: