Brîtanyayê hêzeke xwe ji Rojava vekisand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzeke Birîtanîyayê ya di bin banê Hevpeymaniya Navdewletî de, xwe ji bingeha Qesrik a li Tel Temirê vekişand û berê xwe daye gundewarê Dêrazorê.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, yekîneyeke hêzên Birîtanîyayê ji bingeha Qesrik a Hevpeymanîya Navdewletî li bakurê Tel Temir derketîye û berê xwe daye gundewarê Dêrazorê û dê li bingeha Ûmer bicih bibe.
Herwiha Ajansa SANA ya fermî ya hikûmeta Sûriyê jî belav kirîye ku hêzeke Amerîkayî li kêlgehên petrolê yên Rimêlan bicih bûye û ew hêz ji gundewarê Reqa û Hesekeyê vekişiyane.
Ji alîyê din ve karwaneke mezin ji hêzên Amerîkayî di demjimêrên nîvê şevê de ji bargeha Qesrik li gundewarê Tel Temirê derket û berê xwe da bajarê Rimêlan.
Di wê karwanê de gelek zirpoş, çek, alavên leşkerî û tankên Biradlî hebûn ku li ser rêya M4 derketin û çûn Rimêlanê.