Kurdistan
Buldan: Zordariyeke mezin li HDPê hate kirin
PeyamaKurd - Hevseroka HDPê Pervin Buldan û Sezai Temelli li Stenbolê dengê xwe bikaranîn. Buldan piştî dengdanê ragihand, ew dê ji vir biçie Amedê û li wir encamên hilbijartinê bişopîne û amaje kir ku li wir dema ez bibînim qeyûm diçin, ew dê kêfxweşîyeke mezin bide min.
Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan piştî ku li Bakirkoya Stenbolê dengê xwe da ji rojnamavanan re axivî.Buldan, “Di pêvajoya hilbijartinan de, em rastî anîn gelek zordarîyan hatin. Me ev tişt gelek caran anî zimên lê televizyo dewletê cih neda fikrên me. Serokê AKPê li her meydanê li dijî me bêbextî û derew kirin, li ser gotinên wî rojane li pêşiya me astengî hatin derxistin. Her roj girtin û desteserkirin hebûn û heta niha jî berdewam e.”